Print this page
   Çekdarên DAIŞê koçberên Dêre Zorê kirin armancên teqînên xwe.

  Çekdarên DAIŞê koçberên Dêre Zorê kirin armancên teqînên xwe.

 

5:29:52 PM

RojavaNews:Çavkaniyeke taybet ji Dêre Zorê ragihand ku li herdu navçeya El-Cefra çekdarên DAIŞê hejmarek ji koçberên Dêra Zorê kirin armanca teqîneke xwekujî ku çekdarekî DAIŞî ew teqîn encam da.

Li gorî vê çavkaniyê, çekdarên DAIŞê kamyoneke bombekirî bi hejmarekê ji koçberên Dêre Zorê de teqand. Di vê teqînê de bêhtir ji 30 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê got ku çekdarekî DAIŞê bi kiryareke xwekujî kamyoneke mezin bi koçberên Dêre Zorê de teqand û di encamê de gelek kuştî û birîndar bûne qurbanî.

Gelek caran çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl kirine armancên teqînên xwe yên xwekujî û ziyanên mezin gihandine welatiyên sivîl.