5:32:57 PM
RojavaNews:Di daxuyaniyeke xwe de, Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî rejîma Sûriyê bi têkbirina çareya siyasî tometbar dike.
Îtîlafa Niştimanî di daxuyaniyekê de ragihand ku bi berdewamiya rejîma sûrî di topbaran û bombebarankirina Xûtyeya Rojhilat de, çareya siyasî ji bo vî welatî têk dibe.
Li gorî daxuyaniya Îtîlafê, rejîma sûrî û hevpeymanên wê, di berdewamiya wan di êrîşan de li ser Xûteya Rojhilat û komkujiya balefirên rûsî li Etaribê, çareya siyasî têk dibin û rêkeftinên kêmkirina şer jî binpê dikin.
Îtîlafa Niştimanî di daxuyaniya xwe de dibêje ku têkbirina çareya siyasî take bijardeya rejîma sûrî û hevpeymanên wê ye. Îtîlaf hevdem ji Civaka Navdewletî dixwaze ku van êrîşan şermezar û protesto bike û guşarê li ser rejîmê bike da ku êrîşên xwe rawestîne.