Print this page
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Neteweyên Hevgirtî rexne dike

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Neteweyên Hevgirtî rexne dike

5:40:03 PM

RojavaNews :Di raporeke xwe ya nû de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, eşkere dike ku data û zanyariyên Neteweyên Hevgirtî ji rastiyê dûr in û rexneyê li rêxistina navdewletî dike.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe de dibêje ku Neteweyên Hevgirtî kuştina 652 zarokan li Sûriyê, sala 2016an, tomar kiriye, lê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina 3923 zarokan bibelge kiriye, angot bi 6 qatan ji hejmara ku Neteweyên Hevgirtî tomar kiriye bêhtir e.

Di raportê de hatiye ku 251 zarok li ser destê rejîmê, sala 2016an, hatine girtin, herwiha 1926 zarok bi zorê hatin birin ji bo leşkeriya neçar, li ser destên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, lê rapora Neteweyên Hevgirtî tenê behsa girtina 12 zarokan kiriye.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan nîşan bi rapora sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî kiriye ku zarokên di encama êrîşên kîmawî de hatine kuştin piştguh kirine, di demekê de ku sala 2016an, di 25 êrîşên kîmawî de, li ser destên hêzên rejîma sûrî, 21 zarok hatine kuştin û 35 zarok birîndar bûne.  

Rêxistina Sûrî eşkere kiriye ku rapora Neteweyên Hevgirtî behsa wê yekê nake ku 171 êrîşên bombeyên goşeyî û mayin ji aliyê hêzên rejîma sûrî û hêzên rûsî ve hatin bikaranîn û di encamê de 113 zarok hatine kuştin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe de ji Neteweyên Hevgirît xwestiye ku hevahengiyê ligel rêxistinên mafên mirovan ên sûrî  bike ji bo ku ev kêmasî peyda nebin.