5:21:56 PM
RojavaNews:Kongreya Riyad 2 ku biryar e rojên 22-24ê vê meha Mijdarê li Riyada paytexta Siûdiyê bê lidarxistin, bûye cihê çavdêriya gelek aliyan.
Medyaya ser bi opozisyona sûrî ragihandiye ku vexwendiname ji bo hemû aliyan hatine şandin, ku biryar e di kongreyê de beşdar bibin.
Şêwirmendê Desteya Bilind a Dnûstandinan Yehya Elerîdî ragihandiye ku 140 kesayetî wê li vê kongreyê amade bibin û guşareke navdewletî heye ji bo pêkanîna şandeke hevgirtî.
Li gorî Elerîdî wê her yek ji Îtîlafa Niştimanî, Heyetul Tensîq, kesayetiyên serbixwe, nûnerên her yekê ji platforma Mosko û Qahîreyê ji bo kongreya Riyad 2 hatine vexwendin.
Bi nerîna hinek çavdêran jî gelek astengî li pêşiya vê armancê hene ku şanedeke hevbeş ji aliyên opozisyonê ve bê dirustkirin.
Ev kongre di demekê de wê bê lidarxistin bi mebesta pêkanîna şandeke hevgirtî ji opozisyonê, ji bo Cenêv-8 ku biryar e 28ê vê mehê bê lidarxistin. Kongreya Riyad 1 jî sala 2015an hatiû lidarxistin, lê hêj rewş weke xwe ye.