Print this page
Çekdarên Mertala Ferat hewl dane herin navçeyên HSDê

Çekdarên Mertala Ferat hewl dane herin navçeyên HSDê

11:14:49 PM

RojavaNews:Hejmarekê ji çekdarên Mertala Ferat hewl dan cuda bibin û herin navçeyên li bin kontrola HSDê.

Hinek çavkaniyên medyayî yên ser opozisyona sûrî ragihandin ku hejmarek ji çekdarên Mertala Ferat cuda bûn û çûn navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, li bakur-rojhilatê Helebê.

Ji aliyê xwe ve jî hinek çavkaniyên ser bi HSDê ragihandin ku nêzîkî 45 kes ji Cerablusê gihiştine Efrînê, lê hin çavkaniyên din ragihandine ku ew gihiştine Minbic û hejmara wan jî ne bêhtir ji 20 kesan e.

Firqeya Elsefwe ya ser bi Mertala Ferat, di daxuyaniyekê de behsa hejmarekê ji çekdarên xwe dike ku hewl didan tevlî çekên xwe cuda bibin lê ew kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Firqya Elsefwe, van çekdaran hewl didan birevin û çekên xwe bifiroşin hinek aliyên nenaskirî, lê ew hatin girtin û nûçeya tevlîbûna wan di nav HSDê de red dike û dibêje ku tenê bi van nûçeyan HSDê dixwaze babeta cudabûna Telal Silo bide alî.