6:39:50 PM
RojavaNews: Hezên Sûriyeya Demoqratik HSDê, roja Duşemê sê dever li bajarê Reqayê ku vê dawiyê ji çekdarên DAIŞê hatibûn rizgarkirin, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî.
HSDê hersê deverên rizgarkirî radestî Encûmena Sivîl a Reqayê û Hêzên Ewlekariyê kirin, piştî ku mayin hatin rakirin.
Berpisê pêwendiyan yê encûmenê, Omer Eloş di lêdwaneke rojnamevanî de got: “ Rêveberî û gihandina alîkariyan bo deverên (el-Mişlib û el-Cezre û el-Teyare) bûne ji erkên Encûmena Sivîl a Reqayê.
Navbûrî bal kişande ser wê yekê ku endamên Hêzên Ewlekeriya bajêr, wê ji ciwanên wî bajarî pêk bên û wê bi xwe parastina deverên xwe bikin.
Tê zanîn, HSDê rizgarkirina Reqayê bi fermî di 20ê Cotmeha bihûrî de ragihand, piştî sê mehan ji şerê li dijî DAIŞê. Weke çawa heman hêzê Minbic û Til Refhet rizgar kir û radestî ecûmenên wan bajaran kirin, bê ku Kurd sûdê jê wergirin.
Qadî