2:06:03 PM
RojavaNews: Cîgirê şandiyê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura Remzî Remzî ragihand, ku helwesta Staffan de Mistura nehatiya guhertin, û 4 selik hene divê danûstandinên Cenêv 8 li ser wan tekez bikin, lê tekezî wê li ser selka 1 û 2 ên taybet bi hilbijartinan û destûrê bê kirin.
Remzî diyar kir ku proseya siyasî li Sûriyê zehmet e.
Opozisyona Sûriyê heftiya buhûrî li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê civiya, û şandeke yekbûyî ji bo danûstandinên Cinêvê ava kir.