5:11:58 PM
RojavaNews: Rêxistina Navdewletî ya koçberiyê ragihand, ku 3000 kes, di vê salê de, ku dixwestin di Deryaya Sipî re derbas bibin bo Ewropayê, binav bûne û jiyanên xwe jidest dane.
Gotebêjê Rêxistinê, Ciwîl Mîlman, ragihand di dîtineke rojnamevanî de duh Sêşemê li Cenêvê, ku ev hejmar hatiye derbaskirin di dawiya hefta bihûrî de, ku li beramberî peravên Lîbyayê jiyanên xwe jidest dane.
Sala bihûrî ya bêhtirîn sala kuştinê bû, ku nêzîkî 5000 kûçber di Deryaya Sipî de jiyanên xwe jidest dan, û birêveberê giştî yê Rêxistinê, Wîliyem Lîsî Siwîng di nameyekê de got: “ Me ji berî çend salan gotibû û em di gotinên xwe de berdewam in, ku êdî em nikarin hejmarên karasetan bi awayekî rasteqîne nas bikin.”
Li gorî hejmarên dawî, ku Rêxistina Navdewltî ya Koçberiyê, duh Sêşemê belav kirine, bi qaserî 164.000 hezar koçber û penaber gihane Ewropayê bi riya deryayê di destpêka vê sale de (li hember 248,600 kesî) di sala 2016an de), ji wan jî 75% ji sedî gihane Îtalyayê.
Rêxistna Navdewletî ya Koçberiyê tekezî ji berî hefteyekê kir, ku 33,000 kes binav bûne, ku dema wan hewl didan di salên bihûrî de debasî Ewropayê bibin.
Qadî