8:26:30 AM
RojavaNews: Şanda Desteya Bilind ya Danûstandinan li Kongireya Cenêv 8 daxuyaniyek derbarê çareseriya krîza Sûriyê di navbera opozisyonê û rêjîmê de belav kir, û daxwaza parastina dezgehên dewletê yên sereke û nûkirina Artêşa Sûriyê kir.
Roja Pêncşemê bihurî, Desteya Bilind ya Danûstandinan li kongireya Cenêv8, daxuyaniyek belav kir, li ser bersiva şandiyê Navnetewî Sataffan de Mistura derbarê 12 prensîpên sereke ji bo çareseriya krîza Sûriyê, tê de tekezî li ser berdewamiya dezgehên giştî yên dewletê, parastina avahiyên bingehî û mafên mirovan li gorî daxuyaniya Cenêv û biryarên 2118an û 2245an kir.
Di daxuyaniya şanda opozisyonê de hatibû, ku destora Sûriyê garantiyê li ser nûkirina dezgehên ewlekariyê dide, ku karên wan bibe parastina ewlehiya hundir û welatiyan, û rêzgirtin ji mafên mirovan re were kirin û tenê hilgirtina çekan di destên dezgehên dewletê yên taybet de bin.
Daxuyaniyê tekez kir, ku destûra Sûriyê garantiyê dide nûkirina Artêşa Sûriyê, ku bibe artêşeke welatparêz û karên artêşê bibe parastina sînorê Sûriyê li dijî gefên terorê.
Qadî