RojavaNews : Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Kî-moon banga hilanîna dorpêçkirinê li ser welatiyên Sûriyê yên sivîl û danîna sînorekî ji bermîlên teqîner e kir.
Ban Kî-moon di raportekê bo Encumena Asayişê got" Divê bi zûtirîn dem dorpêç li ser 212 hezar welatiyên sivîl li Sûriyê bê hilanîn, alîkariyên pizişkî bighêjin wan, careke din perwerde vegere."
Ban Kî-moon daxwaz ji endamên Encumena Asayişê kir ku çareseriyekê ji pirsa bermîlên teqîner bibînin.