Print this page
Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li parêzgeha Idlibê zêde dike

Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li parêzgeha Idlibê zêde dike

1:29:11 PM

RojavaNews: Duh Şemiyê Opozisyona Sûriyê ragihand, ku hêzeke leşkerî ya Tirkiyê  derbasî parêzgeha Idlibê bû, û armanca Tirkiyê ji vê gavê ew e, ku hêza xwe li xalên berê li Idlibê zêde bike.

Jêdereke taybet ji nav opozisyona sûriyê ji RojavaNews re ragihand, ku hêzeke leşkerî ya nû ya Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê li nêzî gundê Kefer Losîn bû û ew karwanê leşkerî  ku tê de barhilgir û tank habûn, li baregeha yekem ya leşkerî ya li gundê Selwe bi cih bû,  mebest ji vê gavê jî bihêzkirina hêza xwe yê berê li parêzgeha Idlibê bike.

Jêderê got, ku hêza Tirkiyê ya nû li gundê Fahê belav bû, û mebest jê ew e, ku  hebûna hêza xwe li sê xalên sereke li gundê Selwe û Kelha Semhan û gundê Şêx Eqîl yên ser bi parêzgeha Idlibê û li nêzî sînorê Herêma Erfrînê bihêz bike.

Heman jêderê nîşan bi wê yekê da, ku hêzeke din a leşkerî ya Tirkiyê gihaye wîlayeta Kilisê li nêzî sînorê başûrê Tirkiyê li beramberî Herêma Efrînê bicih bû, tê de şeş barhilgirên top û tankan hebûn, ku ji wîlayetên Tirkiyê yên din hatibûn.

Tê zanîn, ku serok û wezîrê berevaniyê yên Tirkiyê hin caran gefan li Herêma Efrînê didin, ku wê operasyoneke leşkerî li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) bikin, û wan ji Efrînê derxînin, û gundên Efrînê gelek caran ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve rastî êrîşên hêzên Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozisyona sûrî, tên.

Qadî