Print this page
Şandeya rêjîma Sȗriyê  di bin fişara Rȗsyayê de tevlî danȗstandinên Cenêvê dibe

Şandeya rêjîma Sȗriyê di bin fişara Rȗsyayê de tevlî danȗstandinên Cenêvê dibe

1:48:02 AM

RojavaNews:Wezareta Derve ya rêjîma Sȗriyê , roja Yekşemê 10ê Berçileya 2017an, ragihand ku wê şandeya wê beşdarî danȗstandinên Cenêvê ,ya ku Netewên Yekgirtî serpirştiya wê dike ,bibe

Li gor hin jêderên nêzîkî rêjîmê :” Sedema vegera şandeya rêjîmê bo Cenêvê ew e,  ku Rȗsya fişar li ser kir , ȗ şandiyê navdewletî ew agahdar kirine ,ku ti alî nabe  van danȗstandinan têk bibe.

Ji aliyekî din ve, hin endamên dijberiya  sȗrî  gotin ku, Ewropa ȗ Amerîkayê , fişarê li ser şandeya opozisyonê dikin ji bo daxwaza çȗna Esed ragirin, ȗ nȗneratiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDêdi Cenêvê de qebȗl bikin.

Gera Cenêvê ya 8em di dawiya Mijdara bihȗrî de destpê kiribȗ, ȗ wê demê Şandiyê Navdewletî Staffan de Mesture ragihandibȗ ku wê danȗstandin di navbera rêjîm ȗ dijberiyê de rasterastbin. “

 E.U