1:52:12 AM
RojavaNews :Dijberiya Sȗriyê li Cenêvê hebȗna fişaran ji bo beşdariya PYDê di danȗstandinên Cenêvê de red kir.
Berdevkê fermî yê şandeya desteya Bilind D.Yihya El-Erîdî ,roja Yekşemê ,10ê Berçileya 2017an,got ku ti rastî di nȗçeyên ku tên e belav kirin, dibêjin Amerîke ȗ Ewropayê ji bo rawestandina mercên me yên çȗna Esed ȗ redkirina me bi beşdariya PYDê di danȗstandinan de ,fişar li ser me hatiye kirin,tineye.
El-Erîdî got:”Nabe PYDê di çarçoveya çareseriya Sȗriyê de be,ji ber ew dijî berjewngiyên Kurdan kar dike,ȗ xwe bi çek ȗ zorê sepandiye.“
Beşdabûna PYDê ji aliyê opozisyona sûriyê û hin aliyên navdewletî ve tê redkirin ,û bi taybetî dema nerînên wan derbarê beşdarbûna PYDê di kongireya Soşî de ku wê di Sibata bêde lidar keve, hate xuyakirin.
Asta Yekem ji gera Cenêvê ya 8an bi dawî hat,bê ku Şandiyê navdewletî Staffan de Mistura, armanca xwe ,bi civandina şandeyên rêjîm ȗ opozisyonê di danȗstandinan de bicvîne , bihev re pêk bîne.