Print this page
Malpereke Fransî: Çarenivîsa girtiyan di zindanên rêjîmê de ne diyar e

Malpereke Fransî: Çarenivîsa girtiyan di zindanên rêjîmê de ne diyar e

11:16:04 PM 

Rojavanews: Malpera “Allonkonter” ya fransî, raportek li ser êşên, ku malbatên girtiyên Sûriyê ji ber zordariya rêjîmê li ser wan belav kir, û çarenivîsa piraniya girtiyan ne diyar e), û doza girtiyan di kongireyên Cenêvê de ta vê demê nehatiye gengeşekirin.     

Malperê di raporta xwe de gotiye: “Civîneke mezin ji kesûkarên revandî û binçavkîriyên ji aliyê rêjîma Beşar Esed ve û bi beşdarbûna rêxistinên mirovî li bajarê Ştûra yê Lubnanê hate lidarxistin, di dema ku danûstandinên aştiyê li Cenêvê berdewam dibin, û ev binpêkirin û kiryarên rêjîmê ne tenê li ser girtiyan, lê belê li ser malbatên wan jî, ku wan dixwest çarenivîsa girtiyên wan were xuyakirin û birînên wan werin dermankirin, û dixwestin zanibin girtiyên wan di bin lêdanê de dijîn an di zindanan de jiyanên  xwe ji dest dane.     

Malperê da xiyarkirin, ku li gorî amarên ji Navenda Belgekirinê ya Binpêkirinan li Sûriyê, 72.000 girtî û revandiyên bi zorê ji Adara 2011an ve hatine belgekirin, û  92%  ewlehiyên rêjîmê di ber de berpirs in, û gera heştem ji danûstandinên Sûriyê, ku di roja Pêncşemê 14ê vê mehê de bidawî hatiye, û ti pêşdeçûn) bo doza Sûriyê û kêşeya girtiyan nehatine kirin, tevî ku di biryara Encûmena Ewlehiyê ya Netewên Hevgirtî ya hejmar 2254 hatibû danîn.

Di malperê de hatiye ku şandiyê taybet yê Neteweyên Hevgirtî ji bo Sûriyê, Sataffan de Mistura, ku wî çar mijar yên danûstandinan wek hikûmeta veguhêz, destûr, hilbijartin di çarçoveya rêxistina navneteweyî de û terorê xistiye ajandaya xwe, lê xûyaye mijara girtiyan nehatibû gengeşekirin.   

Tê zanîn, ku li danûstandinên Astana, mijara aştiyê û doza girtiyan mijareke sereke bû, ku têde Tirkiyê û Rûsiya û Îranê li hev kirin, ku wê komîtekê li bin siha Neteweyên Hevgirtî de dirust bikin ji bo pevguherîna girtiyan di navbera opozisyonê û rêjîmê de wê kar were kirin, û ev biryar  wê asta şer û agirbestê li gelek deveran kêm bike.

Qadî