9:12:04 PM
RojavaNews: Wezîrê derve yê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov helwêsta dewleta xwe nû kir, ku Mosko ne razî ye ji hebûna leşkerên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê, û bi gotina wî hebûna wan jî ne yasayî ye û keleman dixin pêş çareseriya krîza siyasî ya Sûriyê.
Îro, Duşemê, Lavrov tekezî li ser gotina xwe ligel Ajansa Novostî ya Rûsî kir, ku Mosko berdewam e di alîkariyên xwe de ji bo ku rewşa Sûriyê baş bibe, û gelek caran aliyê rûsî Amerîka agahdar kiriye, ku çalakiyên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê ne yasayî ne ji aliyê yasaya navdewletî ve, û bi çi awayî rêjîma Sûriyê naxweze hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyê piştî tinebûna DAÎŞê berdewam be.
Lavrov destnîşan kir, ku di dxuyaniyeke hevbeş de, navbera serokê rûsî, Pûtîn û yê Amerîkayê, Trump li bajarê Danangê li Viyetnamê, tekezî li ser yekbûna serweriya Sûriyê û li ser sîstema dewleta Sûriyê ya siyasî hate kirin.
Tê zanîn, ku herdu dewlet hevdu tometbar dikin derbarê habûna hêzên wan li ser xaka Sûriyê, û her yek ji wan ya din, bi binpêkirina mafên mirovan û bombebaranên welatiyên sivîl li deverên şer tometbar dik.
Qadî