Print this page
Îtîlafa Niştimanî ya Sȗrî piştgiriya xwepêşandanên li Îranê kir

Îtîlafa Niştimanî ya Sȗrî piştgiriya xwepêşandanên li Îranê kir

4:41:14 AM

RojavaNews :Ji berî çend rojan ve ta niha xwepêşandan li seranerî Îranê têne kirin, Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûrî , daxuyaniyek derbarê  , xwepêşandanên li Îranê belav kir.

Roja Duşemê ,1ê Çileya 2018an, Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sȗriyê, daxuyaniyek belav kir, tê de hatiye ku ew piştgiriya miletên Îranê di xebata wan ya aştiyane de dike ȗ hikȗmeta Îranê tometbar kir  ku ew pirsgirêk ȗ şeran li hawêrdorê xwe pê dixe, di nav wan de piştevaniya rêjîma Esed dike.

Di daxuyaniya xwe de, Îtîlafa Sûrî got :”Em piştevaniya azadiya miletan ȗ daxwazên wan bi jiyaneke birumet di bin sîwana desthelateke xwedî dad , wekhevî ȗ azadiyê de, dikin, ȗ kiryarên rêjîmê derbarê xwepêşanderan tewanbar kir ȗ got ku ev rêbaz ti caran çareseriyê nayne “.

Îtîlafê daxuyaniya xwe berdewam kir:” Ji ber gendelî , sitemkarî ȗ newekheviya rêjîma Îranê li ser milet di sepîne, gelek nerazîbȗna milet heye ȗ raperîn ȗ xwepêşandan nȗ dibin, mîna Şoreşa Kesk a 2009an, xwepêşandana 2011an ȗ Raperîna Mehabadê.

Îtîlafê daxuyaniya xwe bidawî anî ku:” Rêjîma Îranê herdem azadiya peyv ȗ nerîn ȗ baweriyan binpê kiriye ,ȗ dijberên xwe her dixe zindanan,ev rêjîm nikare ti guhertineke rasteqîne, ne li hundir ȗ ne jî li derveyî Îranê bike, em piştevaniya xwe ji daxwazên xwepêşanderan re tekez dikin.“

Ji berî 4 rojan ve, xwepêşandan li seranerî Îranê ku bi guhertin ȗ azadiyê bang dikin, berdewam in, bêhtir ji 15 kesan hatine kuştin, bi sedan kes ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine girtin, xwepêşandan li piraniya bajar ȗ deverên Îranê hîn jî berdewam in.

E.U