Print this page
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî dest bi civînên Xwe yên Xuleya 37an kir

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî dest bi civînên Xwe yên Xuleya 37an kir

12:04:40 AM

RojavaNews :Roja şemiyê , 13ê çileya 2018an,Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê li bajarê Îstembolê, dest bi civînên xwe yên xuleya 37'an kir.

Civînên  Desteyê Du rojan wê berdewam bin , dawîtirîn pêşhatên meydanî ji aliyê endamên desteya siyasî ve têde hatin e gengeşekirin. û di serî de komkujiyên hovane yên têne pêkanîn li dijî sivîlên Idlib û gûta rojhilata Şamê, û herwiha tevî gengeşekirina dawîtirîn guhertinên siyasî û piroseya siyasî ya li Cenêvê û geşta nû ya danustandinan ku  çav li darxistina wê ye.

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mustefe tekez kir ku ev komkujiyên têne pêkanîn, dikevin çarçoveya stratîjiya leşkerî ya Rêjîm û hevalbendên wê de, ji bo sepandina çareseriyeke berovajî  biryarên navdewletî yên taybet bi pirsgirêka  Sûriyêye.

Mistefa bal kişand ku ji civaka navdewletî bi giştî û Amerîkayê bi taybetî tê xwestin, ku bi erkê xwe yê ji bo parastina sivîlan û rawestandina komkujiyên rojane yên li dijî wan dibin rabin.