Print this page
Tirkiyê wê 149 xalan li Efrînê armanc bike ȗ Amerîka got em di ber  de ne berpirsiyarin

Tirkiyê wê 149 xalan li Efrînê armanc bike ȗ Amerîka got em di ber  de ne berpirsiyarin

1:13:18 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Navdewletî a dijî (DAIŞ)ê bi serokatiya Welayetên Yekgirtî ragihand, Efrîn derveyî deverên jêr berpirsayetiya wê de ye, Tirkiyê jî 149Xal li bajarê Efrînê nîşan kirin ,ku wê armanc bike.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ,Reyan Dêlon ,roja Sêşemê , 17/01/2018an,di kongreyekî rojnamevanî de ,di bersiva pirsa heger wê piştevaniya Tirkiyê dijî “Hêzên Sȗriya Demokrat” “hêzên çekdar” bikin yan na de got:” Efrîn derveyî deverên jêr berpirsayetiya me de ye”

Dêlon tekez kir “rewşa leşkerî li ser sînorên Tirkiya ȗ Sȗriyê re ,wê di civîna komîteya leşkerî ya (Nato) li Biroksilê de,cihê gengeşe ȗ lêkolînê be.

Di heman mijarê de ,Serokê Tirkiyê Receb Teyib Ardogan ,roja Sêşemê,soz da ku,hêzên Tirkiyê wê nêzîk ,li gor ku pesenk kir,”bargehên terorîstan” li Sȗriyê têk bibe,di destpêkê de ,li Efrîn ȗ Minbicê yên  gundeearên parêzgeha Heleb a Bakur.

Ardogan berdewam kir” kes nikarê li pêşiya Tirkiyê de ,di şerê ”rêxistinên terorîst” li Sȗriyê de raweste.

Rojnameyeke tirkiyê eşker kir”berî ku leşkerên Tirkiyê êrîşî Efrînê bi kin,wê 150 cihên “Yekîniyên Parastina Gel “YPGê were topbaran kirin.

Pirsgirêkeke Amerîkî –Tirkî li ser cihên di bin kontrola DAIŞê de bȗn ,diyar dibin,bi teybet Efrîn,lê ev yek pêwendiyên wan na bire,xwestina Ardogan ji piştgiriya Amerrîka bi derbasbȗna Efrînê ,vê yekê tekez dike.