6:13:38 PM
RojavaNews: Hin malperên ragihandinê ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin derbarê sekinandina çûn û hatinê li nava bajarên Tirkiyê li ser daxwaza birêvebirê yê koçberiyê li Anqerê hate kirin.
Li Tirkiyê ji kesên Kîmlik pêre hene wek mêvanin tên naskirin ne wek penaber û bi wê Kîmlikê dikare here nexweşxanên Tirkiyê û tiştên din tê bi karanîn li gorî her berpirsekî wek tomarkirina nişteciyê, av, elekterîk, telefon, enternêt).
Her keseke Sûrî derbasî Tirkiyê bibe divê Vîzê wergirê û ew jî gelek zehmete û yên Kîmlika wan hene li Tirkiyê çênabe derkeve û careke din vegere û ew tê xûyakirin zindaneke mezine li gorî hin welatiyên Sûriyê.
Kesên ku kertên nişteciyê an yên kar hilgirtine ew dikarin bi azad çûn û hatina Tirkiyê bikin, lê divê Paseport pêre hebe û dive karibe bacên giran bide
Kesên ku li Anqerê niştecî bûne û dixwazin moleta geştê di navbera bajarên Tirkiyê wê di destê berpirsên wê bajarî be ne perbirsê sentera koçberiyê be û kesên ku dixwazin wê moletê wergirin divê rawestin li sirê û hin caran demeke dirêj tê xwestin û li dawiyê yan wê erêkirin an jî redkirin.
Di dema dawî de Tirkiyê karûbarên ewlehiyê ji bo çûn û hatinê gelek astengî xistine riyê welatiyan û kesên bi kampaniyên veguhestinê bi riya ne yasayî diçin û tên wê werin sizedan an jî vegerînin cihên xwe yên berê.