Print this page
Wezîrê navxweyî yê Sûriyê serdana Hikumeta Iraqê kir

Wezîrê navxweyî yê Sûriyê serdana Hikumeta Iraqê kir

 

6:16:17 PM

RojavaNews: Duh, Sêşemê, şandek bi serokatiya wezîrê navxweyî, Mihemed el-Şearo hin berpirsên Hikumet û ewlehiyê  ji çend salan ve yekem serdan bo  Bexdadê kir.

Berpirsekî di wezareta navxuyî ya Iraqê got, el-Şear gihişta Baxdadê bi serbiriştiya şandekê têde hin efser û berpirsên hikumetê habûn û bi wezîrê navxuyî yê Iraqê, Qasim el-Eirecî  hevdîtin kir û hedu aliyan civînek hevbeş lidar xistin.

Wî berpirsî tekez kir ku el-Şear wê bi çend berpirsên Iraqê re bicive  û ji wan jî serok wezîrê Iraqê, Heyder el-Ebadî,  ku wê hin mijaran gengeşe bikin, û daxuyakirin ku armanca wê serdanê mijara sînor bi taybet û hin mijarên din wek  bihevguhrîna girtiyan wê werin gegeşekirin.

Hevdîtin piştî du rojan civîneke hevpeymaniya çaralî  (Iraqê, Êranê, Sûriyê û Rûsyayê) hate kirin û têde bicihkirina  alikariyên ewlehiyê yên hevbeş hatin gegeşekirin.