11:59:03 AM
RojavaNews: Neteweyên Yekgirtî tekez kir, ku rêxistina “El-Qaîdayê” hîn jî liberxwe dide bi rengekî balkêş û li hin deveran ji rêxistina DAÎŞê metirsîdartire.
Raporta ya Neteweyên Yekgirtî, ku di roja Pêncşemê de hatiye belavkirin got: “Rêxistina DAÎŞê hîn jî li berxwe dide bi rengekî balkêş û li hin deveran metirsiyî ji bêhtirî rêxixtina DAÎŞê peyda dike û bi taybet li Sûriyê, ku Eniya El-Nusrayê yek ji hêztirîn û mezintirîn şaxên rêxistina El-Qaîdayê li cîhanê û çekdarên wan gef û bacan bi kar tînin û Komên çekdar ên biçûk tevlîxwe dikin.
Raportê tekez kir, ku hijmara çekdarên Eniya El-Nurayê) di nav bera 7-11 hezar kesin û di nav wan de bi hezaran Jî çekdarên biyanî ne ku li parêzheha Idlibê baregehên xwe bicih kirine
Fermandariya Giştî ya “El-Qaîdayê”, berî çend rojan daxuyaniya belav kir û têde tekez kir ku çekdarên wan li Sûriyê belav bûne, ku yekem care dema “Eniya El-Nurayê’ ji “El-Qaîdayê” bidûr ketiye û çekdarên xwe destnîşan kir û bi taybet yên li ser xaka Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta berevaniya Rûsyayê got: “Rêxistina “Eniya El-Nusrayê” hê jî çavkaniya sereke ya nearamiyê li Sûriyê ye û ne tenê li Idlib.
Tê zanîn, ku “Eniya El-Nusrayê” di lîsteya rêxistinên terorê ya navdewletî de tê naskirin, tevî ku wan ji berî demekê ragihand xwe ji rêxistina “El-Qaîdayê” bidûr xistiye û navê xwe guhart û kir “Eniya Fetih El-Şam” û di dûvre bûye bi navê “Desteya Tehrîr El-Şam”.