10:36:47 AM
RojavaNews: Rêveberê sindoqa Netewyên Yekgirtî ji bo çavdêriya zarokatiyê dibêje karwaneke alîkariyan ji bo 180 hezar kes hazire da ku berev xûteya rojhilata Şamê tevgerê bike.
Xeyret Kabalarî, rêveberê sindoqa Netewyên Yekgirtî ji bo çavdêriya zarokatiyê Yonîsêv li rojhlata navîn di kongirekî rojnemevanî de ragehand, ku raste agirbesteke sih rojî li Sûriyê hatiye ragehand lê hîna tu rêkevtin li ser çaweniya gehandina alîkariyan ji bo dûrpêçkiriyên Xûteya rojhlata Şamê nehatine kirin.
Kabalarî dxuyakirin ku jimareya dûrpêçkiriyan li Xûteya rojhilat nêzîkî 400 kesê heye û di dema nihade dibêje karwaneke alîkariyan ji bo 180 hezar kes hazire da ku berev Xûteya rojhlata Şamê tevgerê bike.
Tê zanîn Xûtaya rojhilata Şamê ji çend salan ve dorpêç kiriye ji aliyê rêjîma Sûriyê û bi qaserî 400 hezan welatî têde dijîn û di rewşeke bir xerab de derbas dikin.