12:01:56 PM
RojavaNews: Amerîka ji bo pêwendiyên xwe li gel Tirkiyê xweş û xurtir bike , fişarên li YPGê dike, ku şervanên xwe ji Minbicê bikişîne.
Li gorî raporteke di rojnameya Washington Post ya Amerîkî de hatiya, berpirsên leşkerî yên Amerîkî û Tirkî ji wê rojnameyê re dane xuyakirin, ku herdu alî dest bi bizavan kirine ku pêwendiyên Enqerê û Washingtonê xweş bikin û yekem gav ji bo pêşdabûna wan pêwendiyan ew e, ku Amerîka fişarê li ser YPGê bike daku şervanên xwe ji Minbicê bikişne, û nakokî di navbera Amerîka û Tirkiyê de were rakirin.
Herwiha rojnameyê eşkere kir, ku di çend rojên hatî de, du komîteyên taybet yên Amerîka û Tirkiyê, wê li Washingtonê bicivin û behsa wê şawa YPGê ji Minbicê were kişandin.
Di sala 2016an de, bajarê Minbic ji aliyê Hêzên Sûrya Demokrat ve û bi piştevaniya Hevpeymana Navdewletî, ji destê çekdarên DAIŞê hat derxistin û ji wê demê ve, Tirkiyê daxwaza derketina şervanên HSDê ji wî bajarî dike.
Tê zanîn ku serokê Tirkiyê, Receb Teyêb Ardogan çendîn caran ragihandiye ku piştî operasiyona Efrînê, Artêşa wê dewletê wê derbasî Rojhilatî Feratê bibe û wê berdwam be ta sînorê Iraqê