Print this page
Amerîka hişiyariya bikaranîna çekên  kîmawî li Esed dike

Amerîka hişiyariya bikaranîna çekên kîmawî li Esed dike

 

 10:47:31 AM

RojavaNews: Wezîrê berevaniya Emerîkayê hişyarî da rêjîma Sûriyê, eger çekên kîmawî li dijî sivîlan li xûtaya Rojhilat bi carbine.

Cêmis Matîs di lêdwaneke rojnemevanî de ragehand, eger rêjîma Esed çekên kîmawî li dijî sivîlan bi carbine, wê bikeve şaşîtiyeke mezin de , ji ber Amerîka wê demê bêdeng ranaweste û wê dubare êrîşên leşekerî li dijî rêjîma Esed encam bide . 

Herweha, wezîrê berevaniya Amerîkayê rexne li Rûsya kir ji bo piştevaniya Rûsya ji  rêjîma Esed re û got,  ku yan Rûsya nikare rêgiriyê li pêşiya bikaranîna çekên kîmawî bike û yan jî Rûsya li gel rêjîma Esed rêkeftiye.

Tê zanîn Xûtaya Rojhilat ji çend salan ve dorpêç kiriye ji aliyê rêjîma Sûriyê ve û bi qaserî 400 hezan welatî têde dijîn û di rewşeke gelek xerab de derbas dikin.