12:09:13 PM
RojavaNews: Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê heye , me gotiye têgihiştin heye”
Piştî daxûyaniya Wezareta derve ya Amerikayê ku, liser Minbicê rêkeftin ligel Tirkiye pêk nehatiye,Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê pêkhatiye, em dibêjin têgihiştin heye”.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê berî rojekê gotibû ku, ligel Amerika me liser Minbicê rêkeftin pêk aniye û em li hêviyê ne Amerika pêwîstiyê rêkeftinê bicîh bîn e. Berdevke Wezareta derve ya Amerika Heather Nauert jî ev daxûyanî wekî henek liqelem xistibû û gitibû ku, tu rêkeftin ligel Tirkiye liser Minbic nîn in
Ji aliyekê din ve Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê raportên li ser Efrînê hatine belavkirin derbirî û got, Amerîka ji raportên ku ji nava bajarê Efrînê digihînin wan gelekî nêgeran e û ew bi hûrî rewşa Efrînê dişopînin.
Tê zanîn çendîn caran serokê Tirkiyê dibêja piştî Efrînê emê derbasî Minbicê bibin û oporasyona me wê berdewam be ta Şengalê li Iraqê.