Print this page

Rawangeha mafê mirovan: Rêjîma Sûrî jê 10 zarok 48 kes kuştin

Rojava News: Rawangeha mafê mirovan a Sûriye ragihand, rêjîma Sûriyê bi piştgiriya şervanên biyanî ku ji Libnan, Îran û Afganistanê hatine, li navçeya Rîtan a di keve bakûrê  Helebê, roja sêşema bihurî komkujiyek nû bi ser wlatiyên naçeyê de encamp da, her wiha da xuya kirin ku komkujî bi hevkariyê çend sîxûrên rêjîmê yên ji xelkê heman naçeyê bûn pêk hat.

Rawangeha mafê mirovan bi da xuyaniyekê ragihand ku hêzên rêjîmê li navçeya Rîtan: 48 welatiyên Sûrî kuştin, jê 13 kes endamên komên çekdar bûn, ew bi tev malbatên wan ve ên 6 malbat bûn ligel 10 zarok û 5 Jinan hatine kuştin. 

Rawangehê da xuya kirin ku çekdar bê ku li berxwe bidin bitev malbatên xwe ve hatine kuştin, bi tenê çekdarekî bi armanca malbata xwe biparêze du gule avêtin, lê hêzên rêjîmê dema wîçekdarî hewlda ligel malbata xwe bi otombêlê bireve, ew gulea barandkirin û bi tev hemû endamên malbatê ve kuştin.

Rawangeha mafê mirovan a navenda wê li Londonê ye, her wiha ragihand ku li gorî agahiyên bi dest wê ketine, hate diyar kirin ku hêzên rêjîma Sûrî li gundê Hirdintîn jî hejamrek ji çekdar bi tev malbatan ve gulebaran kirin û kuştine.

Rawangeha mafê mirovan di berdewamiya da xuyaniya xwe de, da xuya kirin ku ew di asata exlaqî de encumena asayîşa NY ji ber komkujiyên li Sûriyê rû didin berpirsiyar dibîne û bang kir ku dosaya tewnên şer û tewanên dij mirovahiyê yên li Sûriyê encam didin, berve Dadgeha ceza ya navdewletî ve bête rêkirin.