Print this page
Lavrov fikara welatê xwe bo rewşa kurdan li Sûriyê nîşan da

Lavrov fikara welatê xwe bo rewşa kurdan li Sûriyê nîşan da

8:43:31 AM 

RojavaNews: Wezîrê derve yê welatê Rûsiya  ragehand,  ku  deverên kêmkirina asta şer li Sûriyê  nayên  zêdekirin,  û ji  aliyê  xwe ve  şandiyê  navdeweltî ji bo Sûriyê  dibêje kongireya  Soçî  roleke girîng di çareseriya siyasî de  li Sûriyê  bidest xwe ve anî .

Di kongireyekî rojnemevanî de li Mosko  wezîrê  derve yê welatê Rûsiya Sêrgî Lavrov eşkere kir, ku  deverên kêmkirina asta şer li Sûriyê  di vê demê de  nayên  zêdekirin,   û serbarkir ku ew dever wê li gorî  rêkeftina Tirkiyê,  Rûsiya û Îranê bimîn in weke ku hatî dest nîşan kirin .

Ji aliyê xwe ve Staffan de Mistura şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê di heman  kongirî de  ragehand,  ku  kongireyê Soçiyê, ku   li ser rewşa Sûriyê hatî  lidarxistin    roleke  baş û girîng  bidest xwe ve anî  û bi taybetî  ji aliyê   çareseriya siyasî ve.

Di heman demê de, De Mistura got, ku  divê  komîteke  destûrî were dirustkirin  ji bo sazkirina  destûreke nû ji bo Sûriyê.