Print this page
Dûma: Komkujiyeke kîmawî rûda

Dûma: Komkujiyeke kîmawî rûda

 

1:35:57 PM

RojavaNews: Duh, şeva Şemiyê êhtirî 180 kesên sivîl ji ber êrîşa kîmawî  bi bermîlekî teqîne ya rêjîma Sûryê li Dûma hatin kuştin

Li gorî jêderên meydanî ji nav bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê, rêjîma Sûryê şeva Şemiyê  bi çekên kîmawî êrîşî wê navçeyê kiriye, di encamê êrîşa kîmawî de , heya niha bêtirî 180 kesên sivîl bûn qurbanî, ku di nav wan de zarok û jin hene û bêhtirî 1000 din jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de girûpa Ceyş El-Islam rêjîma Sûryê bi avêtina bermîlên teqîner û jehrawî bi ser sivîlan de, tometbar kir,

Hevdem wezareta derve ya Amerîka daxuyaniyek belav kir û ragihand, heger hat piştrastikrin ku ew êrîş bi çekên kîmawî bûye û ji aliyê rêjîmê ve hatiye kirin, divê bersiveke navdewletî bihêz hebe.

Lê heya niha jî, Rêjîma Sûriyê red dike ku bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kiribe.

Li gorî çalakvanên meydanê, Şaxa Hêva Sor ya ser bi Rêxistina Hêva Sor ya Sûrî li Dûmayê jiber êrîşeke ezîmanî ya rêjîmê ji xizmetgozariyê derket.

Tê zanîn, danûstandinên ji bo derketina welatiyan bi dare zorê ji Xûta Rojhilatê encamp dan, ji bilî welatiyên Dûmayê ku Artêşa El-Îslam red dike ji wê deverê derkevin.