10:55:56 AM
RojavaNews: Neteweyên Yekgirtî eşkere kir ku, ji destpêka vê salê û ta niha bihtir ji 500 hezar sivîl ji Sûriyê ji ber rewşa şer derbeder bûne.
Di daxuyaniyekê de Banos Momsîs hevrêzkarê Netewên Yekgirtî bo karûbarên mirovî ji bo çareseriya kirîza Sûriyê metirsiya xwe ji zêdebûna hejmara derbider û koçberên Sûriyê , ji navçeyên ku şerûpevçûn tê de hene ragehand .
Wî berpirsî di daxuyaniya xwe de da zanîn, ku ji destpêka vê salê wate sala 2018an û ta niha 700 hezar Sûrî ji ber rewşa şer derbeder bûne û jimareya herî zor ji bajarê Idlibê derbeder bûne.
Ji aliyekî di ve û ji berî demekê, hevrêzkarê mirovî yê Netewên Yekgirtî li Sûriyê, Elî Ze'iterî di daxuyaniyekê de ragihand, ku hejmara xelkên ku ji bajarê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Niştimanî yên ser bi Hukometa demkî ve derbeder bûne, ji hejmara derbederên navçeya Xûtaya Rojhilatê Şamê bêtir e.
Berî niha jî Ze'iterî ragihandibû, ji bo çareserkirina rewşa mirovî li bajarê Efrînê û Xûteya Rojhilat, pêwîstî bi 150 milyon Dolar heye, lê tenê 6% ji wê ji wê rêjeya pereyan li ber destên wan heye.