11:00:22 AM
RojavaNews: Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî (NY) ragehand ku, heta ku Amerîka armancên xwe yên li Sûriyê pêk neyîne ji Sûriyê leşkerên xwe venakişîne.
Di kongreyeke rojnamevanî de nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî (NY), Nikki Haley derbarê operasyona li dijî Sûriyê ragehand ku, heta ku Amerîka armancên xwe yên li Sûriyê pêk neyîne ji Sûriyê leşkerên xwe venakişîne.
Berî niha serokê Amerîkayê Donald Trump ragehandibû ku, ew dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişin.
Tê zanîn, Serokê Fransa, Emmanuel Macaron got, ku Amerîka wê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne, lê serokê Amerîkayê Donald Trump ew yek red kir û got heta ku Amerîka armancên xwe yên li Sûriyê pêk neyîne ji Sûriyê leşkerên xwe venakişîne.