Print this page
Serokê Fransa: Eger em ji Sûriyê vekişin, wê bikeve destê Îranê de

Serokê Fransa: Eger em ji Sûriyê vekişin, wê bikeve destê Îranê de

1:20:00 PM 

RojavaNews: Serokê Fransayê got eger welatê wî û hevpeymanên xwe ji Sûriyê vekşin , Îran wê tevahiya Sûriyê kontrol bike.

 Di hevdîtinekê de li gel kenala Fox News Îmanwêl Makron serokê Fransayê ragehand,  ku Emrîka û hevpeymanên wê , wê roleke wan ya girîng piştî bi dawî hatina şer li Sûriyê hebe.

serokê Fransayê hoşdarî da û got ku Îran yek ji welatên herî serekeye ku piştevaniya rêjîma Esed dikin , û eger Fransa , Emrîka û hevpeymanên xwe ji Sûriyê vekşin , wê demê Îran wê Sûriyê kontrol bike

Makron ji berî demekê ragihand, ku wî baweriya Trump anî, ku divê demeke dirêj  leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bimînin û hoşyarî da li ser zêdebûna destêwerdana Îranê li Herêmê û vegera terorê dema hevpeymana navdewletî  ji Sûriyê ji berî dema xwe vekişe.

Berî niha, berpirsên Amerîkî ragihandin, ku welatê wan beşdariyê di nûavakirina wan deveran nakin ku di bin destê rêjîma Sûryê de ne.

Tê zanîn, bêtirî carekê serokê Amerîka Donald Trump, dilgiraniya xwe li ser xerciya zêde û dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkî li Sûryê dabû xuyakirin.