Print this page
NY: 300 milyar Dolar pêwist e ji bo dubare avakirina Sûriyê

NY: 300 milyar Dolar pêwist e ji bo dubare avakirina Sûriyê

 1:01:29 PM

RojavaNews: Jêrxana yên hatina wêrankirin li welatê Sûriyê pêwîstiya wê bi 300 milyar dular heye, ta werin avakirin.

 Duh nûnerê pirograma xwarina cîhanî yê Netwên Yekgirtî Yeqûb  Kêrin ragihand,  ku avakirina jêrxane yên hatine wêrankirin li Sûriyê,  ji ber şer û cengê pêwistiya wê bi du sed ta sê sed milyar dolar heye.

Kêrin ameje bi pêwîstiya avakirina avahyên neştecyan û xetên elektrîkê û jêrxaneyan kir.

 Kêrin tekez kir ku kirîza Sûriyê kirîzeke mirovahiyê ye û çi kesê xudan wijdan be pêwîste alîkariya miletê Sûriyê  bike.

Tê zanîn, ti çereserîiyek leşkerî  li Sûriyê nîne û divê bi riya  danûstandinê were çareserkirin da ku Netewên Yekgirtî keribe bi rola xwe rabe û jêrxana Sûriyê ji nû ve were avakirin.