8:56:02 AM
RojavaNews: Wezareta derve ya Erbistana Se'ûdiyê ragehand, ku Se'ûdiyê 100 melyon dolar bo alîkariya miletê Sȗriyê pêşkêş kir.
Wezîrê derve yê Erbistana Se'ûdiyê, Adil El-Cubeyir di çarçoveya beşdariyê di kongireyê Broksil de ragehand, ku Se'ûdiyê sed melyon dolar bo êş û azarên miletê Sȗriyê pêşkêş kir, û serbar kir ku wan pêşwaziya du melyon û çarsed hezar sûrî ji destpêka pirsgirêka Sûriyê kiriye.
El-cubeyir amaje kir, alîkariyên ku Erbistana Se'ûdiyê bo birayên xwe yê sûrî li hundurê Sûriyê û li welatên cîranê Sûriyê pêşkêş kirine, gihiştiye yek milyar dolar û got, ku em bi hêvî ne şer li Sûriyê raweste û alîkariyên mirovî bighine kesên bi wan pêwîstin li tevahiya Sûriyê.