1:07:18 PM
RojavaNews: Êrîşeke bi mûşekan li ser baregehên çekdarên Îranê û rêjîma Sûriyê li Bakurê Heleb û Hemayê hat kirin û di encamê de, bi dehan çekdarên rêjîma Sûryê û hin milîsên Lîwaya Fatimiyon yê ser bi Îranê ve hatin kuştin û bi dehan jî birîndarbûn.
Televizyona fermî ya Sûrî ragihand, ku şeva Yekşemê çend baregehên serbazî li derdora bajarên Heleb û Hemayê, bi mûşekan hatin bordûmankirin, lê diyar nekir ku kîjan welatî ew êrîş encam daye.
Li ser wê êrîşê, Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan eşkere kir, ku bordûman li navçeya baregeha lîwaya 47 an ya li derdora Hemayê bûye, ku çekdarên ser bi Îranê ve li gel hêzên rêjîma Sûryê li wê bingehê bicî bûne.
Herwiha Riwangeha Sûrî ragihand, ku heya niha nehatiye zanîn kî bi wê êrîşê rabûye, lê ew li dijî bingeheke serbazî di navbera bajarê Selheb û gundê Nehir Barid de li derdora Hemayê bûye û di encamê de, bîst û şeş çekdarên alîgirên rêjîma Sûryê hatine kuştin ku beşek ji wan Îranî ne û bi dehan jî birîndar bûne.
Berî niha jî, di 14/4/2018 de, her yek ji Amerîka, Fransa û Birîtanya êrîşî çendîn bingehên rêjîma Sûrya kirin û di wê êrîşê de, bêtirî 120 mûşekî bikar anîn, ku hin ji wan mûşekan rastî bingehên çêkirina çekên kîmawî hatin kirin.