Rojava News: Li bajarê Qirdaha yê girêdayî parêzgeha Laziqiyê teqînek rû da û di encam de 4 kes hatin kuştin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku duh, roja şemiyê li bajarê Qirdaha yê girêdayî parêzgeha Laziqiyê xwekujekî di nava bajar de xwe teqand û di encam de 4 kes hatin kuştin.
Tê zanîn ku Beşar Esed bi eslê xwe ji bajarê Qirdaha ye.