Print this page
Hejmara qurbaniyan li teqîna Idlibê zêde dibe

Hejmara qurbaniyan li teqîna Idlibê zêde dibe

1:27:55 PM 

RojavaNews: Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, di daxuyaniyekê de ragihand, ku di encama teqînekê de li devera El-Qusur li bajarê Idlibê, zêde dibe û hejmar qîhabû 28 kes hatine kuştin, ku 10 ji wan sivîl in û 10 ji Desteya Tehrîr El- Şam in û 8 kesên din ji yên zindankirîne û 20 kesên din jî birîndar bûne û gellek ziyanên madî li avahiyên derdora cihê bûyerê bûneû hejmara qubaniyan roj bi roj zêde dibe.

Li gorî zanyariyên Riwangehê, tê gumankirin ku ew teqîn bi riya ambulansekê hatibe encamdan.

Di 19ê meha derbasbûyî de jî, bi sedema teqînekê li Navçeya Pîşezsaziyê li Idilbê 20 kes birîndar bûn.

Li aliyekî din û bi armanca danîna xalên çavdêriyê, şandeke Rûsî serdana parêzgeha Idlibê kir.

Rojnameya El-Weten ya Sûrî belav kiriye, ku şanda Rûsî serdana başûrê Idlibê û devera rojhilatê Xeta Tirênê li derdora Idlibê kiriye, wek amedekariyekê ji danîna xalên çavdêriyê li wê deverê.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku eger heye xalên serbazî yên çavdêriya Rûsî li deverên beramberî xalên Tirkiyê bin.

Di heman derbarê de artêşa Tirkiyê ragihand, wan xala 11an ya çavdêriyê li devera gundewarên Rojhilatî Hemayê danîne.