Print this page
Di êrîşeke esmanî nenas de 38 çekdarên milîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin!

Di êrîşeke esmanî nenas de 38 çekdarên milîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin!

11:52:16 AM

RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku di êrîşeke esmanî nenas de, li ser bingeheke serbazî li bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve, 38 çekdarên milîsên ser bi rêjîma Îranê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, ku heya niha nehatiye nasîn kîjan welatî ew êrîş pêkaniye.

Ajansa fermî ya Sûriyê (Sana) ji ser zimanê hin jêderên serbazî yên rêjîma Sûriyê  veguhestiye, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka, êrîşî xalên Artêşa Sûriyê li bajarokê El-Hire li başûrê rojhilatê bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve kiriye û di encamê de, bi dehan kes hatine kuşin û birîndar bûne.

Di beramber de, wezareta berevaniya Amerîka ew yek red kir û ragihand, ku firokeyên wan êrîşî ti bingehên Artêşa Sûriyê li El-Bûkemal nekiriye û ew zaniyariyên rêjîma  Sûriyê belav kiriye, dûrî rastiyê ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir, ku amedeyek tê kirin piştî DAîŞê hin çekên giran û cebilxane li wê deverê dema êrîşî hîzên rêjîmê û alîgirên wê desteser kirine.