11:24:16 AM
RojavaNews: Berdevkê desteya danûstandkara ya opozisyona Sûriyê beşdariya nûnenerên opozisyonê di danûstandinên Cinêvê de yên ku biryare bi rêve biçin ret kir.
Yehiya Elerêdî berdevkê desteya danûstandkar ya opozisyona Sûriyê ragehand : Nûnerên opozisyona Sûriyê di civîna ku biryare 18 û 19 navbera Staffan De Mistura şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê , û nûnerên hersê welatên gerantîdar de were li darxistin amade nabin .
Herweha Elerêdî dazanîn, ku ev civîna were li darxistin tu peywendiya wê bi opozisyona Sûriyê re nîne , û eşkere kir ku desteya danûstandkar kar li ser amadekirina navan ji bo komîteya destûrê dike .