9:37:17 AM
RojavaNews: Netewên Yegritî ragehand, ku rêjeya kuştin û ji şêwexistina zarokan li Sûriyê bilind bûye.
Netewên Yegritî diyar kir, ku rêjeya ji şêwexistina zarokan li Sûriyê di sala nûde bi rêjeya 348 ji rêjeya sala 2017an, duhezar bilind tir bûye.
Her li gorî Netewên Yegritî, ku bihtir ji 1200 binpêkirinê li dijî zarokan li Sûriyê pêkhatine herweha bihtir ji 100 êrîşên leşkerî li dijî dibistan û nexwaşxaneyan hatine kirin, ku di encam de bihtir ji 600 rudawên kuştin û ji şêwexistinê bidest ketin.
Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, ku li Sûriyê bihtirî 7 hezar zaokî hatine kuştin.
Li gorî amarên rêxistinên mafnasî binpêkirin di derheqê zarokên Sûriyê de bihtire, ku Rewangeha Şûrî ya Mafên Miravan belge kir, ku bihtirî 27 hezar zarok li Sûriyê ji destpêka sala 2011an hatine kuştin.
Netewên Yekgirtî behsa astengiyên alîkariyên mirovî yên sereke jibo zarokên Sûriyê li deverên şer dike, herweha ew zarok rastî tundiyê tên û di gelek waran de têne bikaranîn, mîna tevlêbûna kar, zewaca zûtir û leşkeriya bi zorê.