Print this page
NetewênYekgirtî: 400 milyar dolar ziyan gehiştiye aboriya Sûriyê

NetewênYekgirtî: 400 milyar dolar ziyan gehiştiye aboriya Sûriyê

11:09:47 AM 

RojavaNews: Pisporên komîteya Netewên Yekgirtî bo Rojavayê Asiya ragehandin,  zirara ku gihiştiye abûriya Sûriyê di her heft salên bihûrî de gihiştiye nêzî 400 milyar dolarên Amerîkî,  bê ku qurbanî û ziyanên canî li xwe bigre.

Li gorî jêderekê medyayî ya Sûrî bihtir ji 50 pisporên Sûrî û Navdewletî di her du rojên bihûrî de li ser daxwaza komîteya Netewên Yekgirtî bo rojavayê Asiya, Îskwa  kongireyê çawaniya dubare avakirina Sûriya  piştî dawiya şer hatibû li darxistin .

Herweha di raporteke komîteyê de piştî kongirê hatiye encamdan,  ku 388 milyar dolarên Amerîkî ziriar gihiştiye abûriya Sûriyê ji destipêka şoreşê ve ta niha.