9:56:04 AM
RojavaNews: Du penaberên Sûriyê dema hewil didan bi qaçaxî derbasî Kirwatiya bibin li daristanekê de jiyana xwe ji dest dan.
Çalakvanan ragehandine ku, roja Şemiyê, 2 penaperên Sûrî temenê wan 24 salî ye dema dixwestin ji Elbosna berev Kirwatiya ve biçin li daristanê de û dema bênvedanê di danê êvarê zinarek li ser wan de ket û di encamda herdu wan jiyana xwe ji dest dan.
Desthelatdariya Elbosna ragehand, ku 4 hezar derbeder û penaber li ser xaka wê ne xasim li herdu bajarokên Bîhatiş û Fîlîka kladosa yên nîzîkî sînorê Kirwatiya hene hêviya wan ku derbasî welatên Ewropayê bibin.