Print this page
Welatê Ingoşiya alîkariyê li ser xelkê Helebê belav dike

Welatê Ingoşiya alîkariyê li ser xelkê Helebê belav dike

1:06:17 PM

RojavaNews: Mîna piştevaniyekê ji welatiyên bajarê Helebê, welatê Ingoşiya alîkariyên xwarinê pêşkêşî xelkê bajar kir.

Jêderên xwecihî li Sûriyê raghandin, ku piştî pêşkêşkirina alîkariyê ji bo bajarên Şam û Himsê, welatê Ingoşiya hindek alîkariyên xwarinê pêşkêşî hijmarek malbatên zerermend ji şerê Sûriyê kirin .

Ev alîkarî hatin belavkirin di çarçoveya çalakiyek ku ji aliyê Rûsiyê ve hatbû li darxistin û têde gelek welatiyên bajêr amade bibûn.