1:24:42 PM
RojavaNews: Serokê Emerîka ragehand, ku pereyên ku ji aliyê Emerîka ve hatibûn dest nîşan kirin ji bo pirogrma peydakirina çêgiriyê li Sûriyê wê Erebistana Siûdiyê li xwe bigre.
Donald Trump, serokê Emerîka li ser malpera xwe ya fermî Tiwîterê belav kiriye ku 230 melyon dolar, ku welatê wî di dema bihûrî de dest nîşan kirbûn ji bo Sûriyê , wê ji bo siyaseta derve ya Emerîka were bi karanîn û Erebistana Siûdiyê û hin welatên din yên têr pere li Rojhilata Navîn wê ji dêvla Emerîka perya pêşkêş bike ji bo dubare avakirin û peydakirina çêgiriyê li Sûriyê .