Print this page
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê gehişte Şamê

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê gehişte Şamê

12:58:16 PM

RojavaNews: Wezîrê berevaniyê yê Îranê, Emîr Hatemî gihişt Şama paytexta Sûriyê di seredaneke fermî de,  ku wê du rojan dirêj bike û wê hevdîtinekê bi Beşar Esed û wezîrê derve yê rêjîma Sûrî  re li darxîne serbarî du berpirsên leşkerî yên rêjîma Esed.

 Hatemî di dema gihiştina xwe de hêviya xwe ya mezin di beşdariya Îranê di piroseya avakirina Sûriyê de derbirand serbarî bicihkirina hemahengiya aborî û leşkerî di navbera herdu welatan de .

Tê zanîn ku Îran û li gel Rûsiya herdu hevkarên rêjîma Sûriyê yên serekene û ji detspêka kirîza Sûriyê alîkayiyên siyasî, aborî û leşkerî bi qasî 5,5 milyar dolar pêşkîşî wê rêjîmê kirin, herwiha hin rawêjkarên leşkerî û çekdar bo piştevaniya Artêşa Sûriyê di cengên xwe de li ser zemînê hatin şandin.