Print this page
Welatên garentor pêkanîna Komîteya Distûrê Sûriyê li gel Dîmistora wê gengeşebikin

Welatên garentor pêkanîna Komîteya Distûrê Sûriyê li gel Dîmistora wê gengeşebikin

6:50:39 PM

RojavaNews: Îro Duşemê  li Cenêvê nûnerên her sê welatên garentor,  Rûsiya , Tirkiya  û Îran li gel şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê  Stafan Dîmistora pirsa sazkirina komîteya destûrî ya Sûriyê dê gengeşebikin.

Ajansa Tas ya Rûsî li ser zarê Elksander Lavrentîf  şandiyê  taybet  yê  serokê Rûsiyê ragehand , ku her du rojên Duşemê  û Sêşemê dê zincîrek hevdîtin û danûstandinên cuda û giring werin lidarxistin .

Stafan Dîmistora jî di lêdwanekê de di heftiya bûrî de tekez kirbû,  ku dê danûstandinên  giring  derbarê berdewamkirina piroseya siyasî li Sûriyê bên lidarxistin serbarî ku sazkirina komîteya destûrî ya Sûriyê dê bibe destpêka bidestxistina aramanca wê piroseyê.