Print this page
Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

Şandiyê Emrîka doseya Sûriyê li welatên herêmî gengeşe dike

1:58:37 PM

RojavaNews: Cîmis Cêfrî şandiyê Emrîka yê taybet ji bo Sûriyê roja Duşemê 15. 10. 2018,  bi gereke herêmî rabû,  ku wê berdewam be ta 23 yê vê heyvê û her yek ji Tirkiyê , Qeter û S'ûdiyê li xwe digre ew jî ji bo gengeşekirina doseya Sûriyê.

 Wezareta derve ya Emrîka di daxuyaniyekê de got,  ku şandiyê Amerîka yê taybet ji bo karûbarên Sûriyê, Cîmis Cêfrî wê berê xwe bide Tirkiyê û Qeter û S'udiyê di dema 15 ta 23 yê vê heyvê ji bo gengeşê derbarî Sûriyê bike .

 Heman daxuyaniyê emaje kir,  ku şandiyê Emrîka li Tirkiyê bi berpirsên fermî û serkirdeyê Opozisyona Sûriyê re û desteyên civaka sivîl bicive û li Qeterê û S'udiyê wê Cêfrî tekeziyê li ser helwêsta Wîlayetên Yekgirtî bike, ku her êrîşek li ser Idlibê bê kirin û bilindkirinek be di astê milmilaniyê de li Sûriyê û deverê.