Rojava News: Li Sûriyeyê piştî şerê 4 salan, niha jî nexweşiyên Tîroîd û Hepatît A bi awayekî zêde belav dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di mijara kolerayê de hişyar kir.
Rêxistina Tenduristiyê got ku li welêt xwegihandina ava paqij her diçe zehmet dibe û patolojiyên derketine holê jî bi vê mijarê ve girêda.
Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya li Cenevre civînek li dar xist, di sala 2014’an de li Sûriyeyê 31 hezar û 460 bûyerên Hepatît A hatine tespîtkirin. Hat diyarkirin ku tenê ji serê vê salê heta niha hezar nexweşiyên bi vî awayî hatine tespîtkirin.
Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got, "Bi nêzîkbûna germahiyê re, em bi gumanin ku bi taybet şewbeke kolera derkeve holê. Tirsa me ya herî mezin ev e.”