Print this page

Artêşa Sûriyê çend navçe kontrol kir

Rojava News: Hêzên Artêşa Sûriyê çend navçeyên din li başûrê Şamê û li parêzgeha Derayê ji destê hêzên dijbereyê derxistin, herwiha li parêzgeha Helebê şerekî giran di navbera hêzên dijbereyê û çekdarên Cebhet Elnusra de qewimî.

 

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê, hêzên artêşê navçeyên Hebariye, Xirbit Sultan û Hemrît li başûrê Şamê kontrolkirin, herwiha girê Qirîn û girên Fatima li bakurê rojavayê Derayê ji destê hêzên dijbereyê derxistin.

 

Li aliyê din, çalakvanên Sûriyê ragihandin ku duhî şerekî giran di navbera hêzên Tevgera Hezim û çekdarên Cebhet Elnusra li nêzîk bajarokê Etarib li rojavayê parêzgeha Helebê qewimî.

 

Çalakvanan diyar kirin ku çekdarên Cebhet Elnusra dest danîn ser çend navendên Tevgera Hezim.

 

Herwiha aşkere kirin ku di encama şer de herîm kêm 40 şervanên Hezim û 6 çekdarên Elnusra hatin kuştin.