Rojava News: Mixalefeta Sûriyê plana Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Staffan de Mistura, derbarê rawestandina şer li bajarê Heleb, di navbera hêzên mixalefetê û hêzên rejîmê de, red kir.
Desteya Hêzên Şoreşê li Sûriyê ragihand ku, ew ligel Staffan de Mistura nacive û plana wî ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi “Palenke berovajî rêkeftinên navdewletî” da zanîn.
Duh Desteya Hêzên Şoreşa Sûriyê (ku ji nûnerê çend grûpên şervan li Helebê û nûnerên Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê pêk tê) di daxuyaniyekê de ragihand ku “Em civîna ligel Staffan de Mistura red dikin, eger ne li ser bingeha çareseriyek giştgir ji serpêhatiya sûrî re be, ku çûna Esed û rejîma wî û dadgehkirina kesên ku tawanên cengê kirine, di wê çareseriyê de be.”
Plana Satffan De Mistura di destpêkê de ji bo rawestandina şer li parêzgeha Helebê hatibû amadekirin, piştre bû bajarê Helebê bi tenê û di nava bajar de jî wê planê tenê behsa rawestandina şer li du taxên bajar kiriye, ev yek jî ji aliyê mixalefetê ve hat red kirin.
De Mistura, yê ku di Tîrmeha sala borî de dest bi karê xwe li Sûriyê kiribû, berî demekê ragihand ku dibêje Beşad Esed beşek ji çareseriya krîza Sûriyê be, ev daxuyanî jî bi şermezariyek tund ji aliyê mixalefeta Sûriyê ve hat pêşwazîkirin.