Rojava News: Balafirên şer ên Hikûmeta Sûriyê çend operasyonên asmanî li devera Herfûş li rojhilatê bajarê Newa yê ser bi parêzgeha Derayê ve pêk anîn.
Çalakvanên ser bi dijbereya Sûriyê ve ragihandin ku balafiran bi tundî devera Herfûş bombebaran kirin, lê tu zanyarî derbarê ziyanan de tune ne.
Her wiha fbalafirên Hikûmeta Sûriyê her yek ji bajarê Dûma, bajarokê Zemelka li Xûteya rojhilata û taxa Cober li rojhilatê Şamê bi tundî bombebaran kirin.
Ji aliykî din ve, lîwa û tabûrên Rizgarkirina Şamê ên dijbereya Sûriyê, ku çalakiyên wan li gundewarên Şamê tên pêkanîn, ragihandin ku, wan navendên ewlehiyê û balexaneya serokatiya erkanên Artêşa Sûriyê li naverasta Şamê kirine armanc û têk birine.
Çalkvanên ser bi dijbereyê tekez kirin ku çend rokêtên katyoşa li Taxa Mezê 86 li rojavayê Şamê ketine.